Li Xezzeyê hejmarê şehdîan derket 23 hezar û 357 kesan

TAKİP ET

Li Xezzeya ku di bin îşxal, qetlîam û qirkirina sîyonîstan de ye roj bi roj hejmarê şehîdan zêde dibe, hejmarê şehîdên ku ji ber êrîşên terorîstan şehîd bûne derket 23 hezar û 357 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 59 hezar û 410 kesan.

Wezareta Tenduristî yê Xezzeyê, diyar kir ku di nav 24 seatên dawîn de 14 qetlîam hatin tertîpkirin, di wan qetlîaman de 147 kes şehîd bûn.

Wezaret îfade kir ku, bi tevî van şehîdên dawîn ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê Fîlîstînîyên ku di encama êrîşa îşxalkeran de şehîd bûne ji sedî 70 jê pîrek û zarok tev de 23 hezar û 357 kes şehîd bûn.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku gelek şehîd û birîndar di bin kavilan de ne, ekîbên parastin û tenduristîyê jî ji ber êrîşên îşxalkeran nikarin xwe ji wan re bighêjînin. (ÎLKHA)